• Sunday, 22 February 2026
logo

Salih Mislim li ser operasyona Cerablusê axivî: Tirkiye ket nav gola genî ya şerê Sûriyê!

Gulan Media August 24, 2016 Nûçe
Salih Mislim li ser operasyona Cerablusê axivî: Tirkiye ket nav gola genî ya şerê Sûriyê!
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li hember operasyona ku Tirkiyê ji bo girtina bajarê Cerablusê yê Sûriyê daye destpêkirin, nerazîbûn nîşan da û got, Tirkiye jî dê di nav gola genî ya şerê Sûriyê de bifetise.


Artêşa Tirkiyê, îro dest bi operasyonek mezin ji bona girtina bajarê Cerablusê yê Sûriyê kir. Li kêleka hêzên Tirkiyê, çekdarên opozîsyona Sûriyê jî tevlî şer bûne.

Hevserokê PYDê Salih Muslim li hember wê operasyonê nerazîbûn nîşan da û got, Tirkiye êdî ket nav gola genî ya aloziya Sûriyê. Ez texmîn dikim ewê zirarek mezin bibîne. Ketina vî şerî bi destê wan e lê derketin ne bi destê wan e. Gelê Sûriyê bi tevahî, Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) û Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê ku ji gelê Cerablusê bi xwe pêk tê, li dijî vê yekê ne. Lewra Tirkiyeya ku berê bi riya hin komên mîna DAIŞ, El-Nusra, Sultan Murad şerê Sûriyê dikir îcar bi xwe yekser tevlî şerê Sûriyê bû, ewê gelek tiştan wenda bike.

Muslim di dawiya axaftina xwe de got ku Tirkiye dê mîna DAIŞ di gola genî ya Sûriyê de têk biçe.

Basnews
Top