• Sunday, 22 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê derbasî nav bajarê Cerablusê yê Sûriyê bû

Gulan Media August 24, 2016 Nûçe
Artêşa Tirkiyê derbasî nav bajarê Cerablusê yê Sûriyê bû
Tirkiyê operasyona Cerablusê da destpêkirin û hêzn artêşa wî welatî bi tank û topan derbasî nav wî bajarî bûn. Fermandeyekî HSDê jî dibêje, hêzên Tirkiyê hîn derbasî nav bajêr nebûne.

Li gorî medyaya Tirkiyê, hêzên artêşa Tirkiyê îro berbanga sibehê derbasî nav bajarê Cerablusê yê Sûriyê bûn û êrişî baregah û navendên DAIŞê yên li wî bajarî kirin.

Li kêleka hêzên Tirkiyê, çekdarên opozîsyona Sûriyê jî tevlî şer bûne. Ev çend roj bûn Tirkiyê bi topan li bajarê Cerablusê dida.

Rayedarên dewleta Tirkiyê dibêjin, emê Cerablusê ji destê DAIŞê derxînin bi vî rengî emê him DAIŞê li ser sînorê xwe rakin him jî pêşiya “korîdora kurdî”, ya ku YPG dixwaze di navbera Efrîn û Kobanî de veke, bigirin.

Ji aliyekî din, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, ku şaxeka Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD-YPG) ye, ragihand, hêzên Tirkiyê dixwazin derbasî deverên wan bibin.

Alîkarê fermandeyê Meclisê jî gotiye, em 2 km dûrî Cerablusê ne û li wir çi diqewime, em dibînin. Artêşa Tirkiyê êrişî taxên kurdan ên Cerablusê dikin û wêran dikin.

Li gorî wî fermandeyê HSDê, hêzên Tirkiyê hîn neketine nav bajêr lê xwe amade dikin derbasî nav bajêr bibin.

basnews
Top