Serok wezîrên Tirkêyê bi danana alayê Kurdistanê pêşwazîya Barzanî kir
Şevîdin li saet 8ê bi demê Tirkîyê, Yildirim li koçka Çankaya û bi danana alayê Kurdistanê, pêşwazî li Mesûd Barzanî serokê herêmê û şanda digel da kir, zanyarî amaje diken herdu alîyan, peywendîyên Hewlêr û Enqere û şerê Daişê gotubêj kirine.
Herwesa behsa peywendîyên aborî yên herêm û Tirkîyê û çewanîya pêşxistina wan kirîne.
Hijmareyeka medyayên Tirkîyê belav kirîne ku renge îro li Enqere, Barzanî û Cobaydin ku ew jî bi seredaneka fermî li wî welatîye, li dor rewşa deverê kom bibin.
War.tv
