• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok wezîrên Tirkêyê bi danana alayê Kurdistanê pêşwazîya Barzanî kir

Gulan Media August 24, 2016 Nûçe
Serok wezîrên Tirkêyê bi danana alayê Kurdistanê pêşwazîya Barzanî kir
Bînalî Yildirim serok wezîrên Tirkîyê, li koçka Çankaya pêşwazî li Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û şanda digelda kir.

Şevîdin li saet 8ê bi demê Tirkîyê, Yildirim li koçka Çankaya û bi danana alayê Kurdistanê, pêşwazî li Mesûd Barzanî serokê herêmê û şanda digel da kir, zanyarî amaje diken herdu alîyan, peywendîyên Hewlêr û Enqere û şerê Daişê gotubêj kirine.

Herwesa behsa peywendîyên aborî yên herêm û Tirkîyê û çewanîya pêşxistina wan kirîne.

Hijmareyeka medyayên Tirkîyê belav kirîne ku renge îro li Enqere, Barzanî û Cobaydin ku ew jî bi seredaneka fermî li wî welatîye, li dor rewşa deverê kom bibin.

War.tv
Top