• Sunday, 22 February 2026
logo

Osman Ocalan: Serdana Barzanî bo Tirkiyê, dîrokî ye

Gulan Media August 23, 2016 Nûçe
Osman Ocalan: Serdana Barzanî bo Tirkiyê, dîrokî ye
Siyasetmedarê kurd û birayê rêberê PKKê, Osman Ocalan dibêje, serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê, serdanek “dîrokî” ye û dê bibe alîkar bo destpêkirina “pêvajoya aştiyê” li Tirkiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro çû Tirkiyê. Barzanî dê bi rayedarên dewleta Tirkiyê re rûnê û bi wan re li ser mijarên girîng gotûbêj bike.

Derheqê wê serdanê de, siyasetmedarê Bakûrî Osman Ocalan, ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ev serdan di wextek pir girîng de tê kirin. Ji ber ku li Tirkiyê kûdeta çêbû, alozî hene. Li Rojava û Başûr şerê DAIŞê li Bakûr şerê PKK û artêşa Tirkiyê heye. Ji bona çareserkirina van kêşe û kirîzan divê hinek gav bên avêtin. Li aliyekî din li Başûr behsa dewleta Kurdistanê tê kirin. Ji ber van sebeban, serdana Barzanî bo Tirkiyê serdanek dîrokî ye.

Osman Ocalan her wiha got, Barzanî çawa ku bo destpêkirina pêvajoya aştiyê bû alîkar, dê vê carê jî hewl bide pêvajoya han dîsa dest pê bike û aramî vegere Bakûrê Kurdistanê. Lê divê PKK piştgiriyê bide hewlên Barzanî.

Basnews
Top