• Sunday, 22 February 2026
logo

“Bo serxwebûna Kurdistanê 28 dewletan dokyumentek dane PDKê û YNKê”!

Gulan Media August 23, 2016 Nûçe
“Bo serxwebûna Kurdistanê 28 dewletan dokyumentek dane PDKê û YNKê”!
Rayedarekî pilebilind ê YNKê ragihand, ku 28 dewletên rojavayî belgenameyek radestî PDKê û YNKê kirine û tê de dijatiya xwe li gel serxwebûna Kurdistanê ragihandine û tekez kirine, ku ew bi yekparçeyiya axa Iraqê re ne.

Duh duşemî 22ê Tebax a 2016 medyayên nêzîkî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) hin gotinên Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar belav kirin, ku di semînareke hevbeş a li gel hejmarek akademiyên Misirî, mamostayên zanîngehên Qahîre û pisporên siyasî û leşkerî yên wî welatî de, ku roja 15ê vê mehê bi rêya Skype hatiye encamdan, ew axavtin kirine.

Li gorî medyayên nêzîkî YNKê, Mela Bextiyar di wê semîanrê de ragihandiye: Xewna avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, mafeke rewa, demokratîk û yasayî ye bo gelê Kurd, li her beşeke Kurdistanê be.

Derbarê ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê de û piştgiriya dewletan bo wê yekê, Mela Bextiyar ragihandiye, ku hejmareke zêde ya dewletên rojavayî piştgiriyê nadin damezrandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê.

Bextiyar wiha gotiye:

“Heta niha ti rêkevtin, belgename û biryarek nîne bo damezrandina dewleteke serbixwe ya Kurdî, çi ji aliyê Amerîka û çi ji aliyê Rûsya û her dewleteke din ve be. Belku berovajiyê wê yekê, hemû ew dewlet û dewletên din ên rojavayî, di nav wan de jî 28 dewletên din ên rojava, belgenameyek îmza kirine û radestî her du partiyêên PDKê û YNKê kirine û tekez kirine, ku ew li gel yekîtiya axa Iraqê ne û li gel damezrandina dewleta Kurdistana Başûr nînin.”

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku wan dewletan ti projeyek bo serxwebûna Kurdistanê nîne.

Li ser mijara lihevkirina dewletên herêmî û metirsiya wê yekê bo ser Kurdan li Iraqê jî, Mela Bxtiyar dibêje, ti metirsiyek li ser Herêma Kurdistanê nîne, belku metirsî li ser madeya 140 a Destûra Iraqê heye.

Bextiyar herwiha tekez dike:

“Gerek bi hûrî me agah ji wê yekê hebe, çimku niha Herêma Kurdistanê beşek ji axa Iraqê ye û Destûra Iraqê jî wek yek ji belgenameyên Netewên Yekbûyî tê hesabkirin.”

Rudaw
Top