• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterek: Tirkiye daxwaza zindîkirina piroseya aşti û çareseriyê li Barzanî dike

Gulan Media August 23, 2016 Nûçe
Parlamenterek: Tirkiye daxwaza zindîkirina piroseya aşti û çareseriyê li Barzanî dike
Serokê fraksiyona bereya tirkmenî li parlamentoya Kurdistanê, li ser serdana serokê Herêma Kurdistanê ya Tirkiyê ragehand; Dema serdanê pir giringe, ji ber herêm di gohertinên pir mezin de ye.

Serokê fraksiyona bereya tirkmenî li parlamentoya Kurdistanê Aydin Merûf derbarê serdana serokê Herêma Kurdistanê ya Tirkiyê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Herêm bi giştî ber bi gohertinên mezin ve diçe. Gelek pirsgirêk li herêmê ava bûne. Bi taybet jî li Sûriyê û Iraqê û herwaha operasyona rizgarkirin û azadkirina Mûsilê, bi giştî serdana Barzanî ya Tirkiyê di demekî pir giring de pêktê û pêwîste jî ev serdan bê kirin, ku hemahengiyek ava bibe.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Beşek ji armanca serdanê bo avakirina hemahengiyê ye, di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de. Di asta çapemeniya Tirkiyê de jî tê behs kirin, ku PKK û PYD û Sûriye û herwaha operasyona rizgarkirina Mûsilê û piştre jî peyvendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ji aliyê aborî û dîplomasî ve, ku Tirkiye ji wan aliyan ve dixwaze giringiyekî zêde bide Herêma Kurdistanê û ew yek ji bo her dû aliyan jî giringe.’’

Aydin Meruf ji BasNewsê re got: ‘’Çapemeniya Tirkiyê pir bi giringî behsa serdana Barzanî dike. sedemê wê jî Barzanî bûye emrê vaqiî li herêmê û dû sale li gel hêzên Pêşmerge li eniyên şer de bûye û xwedî bandora siyasî û diplomatîke li ser herêmê.

Herwaha got: ‘’Tirkiye pêşneyara zindî kirina piroseya aştiyê dike bo Barzanî, lê ew pirose li dervey PKKê dibe. Ji ber PKK û gruba Gulen pirose têkdan û PKK sedemê serekî yê piroseya aştiyê ye. Ji ber wê Tirkiye ji hemû deman zêdetir piştîwanê aştiyê ye.’’

Herçend ew endamê parlamentoya Kurdistanê yê serokê fraksiyona tirkmenan, PKKê wek sedemê serekî yê têkbirina piroseya aştiyê bi nav bike jî, lê berpirsên PKKê jî sedemê têkçûna piroseya aştiyê wek rayedar û hikûmeta Tirkiyê nîşan didin û wan ji têkçûna agirbestê û pêvajoyê berpirs digrin.

Basnews
Top