• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî û Erdogan civiyan

Gulan Media August 23, 2016 Nûçe
Barzanî û Erdogan civiyan
Êvara îro 23 Tebaxê, Serokomarê Tirkiyê Racap Tayyp Erdogan pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li koşka serokatiya Tirkiyê li enqera kir.

Ajansa Anadol a Tirkiyê wêneyê hevdîtinê belavkir, lêbelê ti hurgilyên derbarê naveroka civîna Barzanî û Erdogan belavnekir.

Lêbelê ligorî bernameya serdana Barzanî bo Tirkiyê, tê pêşbînîkirin ku, Barzanî îro ligel Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yeldirin jî bicive.

Biryare jî sibe Barzanî ligel Hevserokê Partiya Demokratiya Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş re bicive, herwiha hatiye zanîn ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê ligel Cîgirê Serokê Amerîka Jo Baydin re jî bicive.

Barzanî di civînên xwe de bi Serokomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Tirkiyê û Cîgirê Serokê Amerîka re wê mijara şerê azadkirina Mûsilê, erefeandoma û serxwebûna Kurdistana Başûr û pirsa Kurdên Rojava gotûbêj bike.

Basnews
Top