• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî ber bi derveyê welat bi rêket

Gulan Media August 23, 2016 Nûçe
Serok Barzanî ber bi derveyê welat bi rêket
Roja sêşem 23.08.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçêweya serdanekî fermî û li ser vexwendina Serok Komara Tirkiye li gel şandekî li rêya Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ber bi welatê Tirkiye bi rêket.

Li vê serdanê da Serok Barzanî li gel Serok Komarê Tirkiye û Serok Wezîr û berpirsên bilindên wî welatî komdibe. Armanca serdanê nirxandina peywendiyên siyasî û aboriyên her dû aliyan û guhertin û pêşhatên siyasiyên navçeyê dibe.

Li vê serdanê da Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêktînin.
Top