Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Mehmûdê Gewredê kir
Ji bo malbata xwedê jêrazî Mehmûd Gewredêyî
Gelek bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Kak Mehmûd Gewredêyî gihişt min. Xwedê jêrazî kesayetiyeke diyar û niştimanperwerê devera Silêmanî û Pêşmerge û xebatkarê gelê me bû. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li we yên birêz û xizm û kesukarên xwedê jêrazî dikim û hevbeşê xema we me. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
22.08.2016
