• Sunday, 22 February 2026
logo

Conis: Bo pirsên Hewlêr û Bexdayê lijneyek hat pêk anîn

Gulan Media August 23, 2016 Nûçe
Conis: Bo pirsên Hewlêr û Bexdayê lijneyek hat pêk anîn
Balyozê Amerîka li Bexda ragîhand; welatê wî gelek alîkarîya pêşmerge kirîye, lijneyeka hemahengîyê jî bo kêşeyên Hewlêr û Bexda hatîye pêk anîn.

Stîwart Coniz, balyozê Amerîka li Bexda ragîhand; bi merema dûvçûna pirsên daleqandî di navbera Hewlêrê û Bexdayê da, lijneyeka bilind ya hemahengîyê hatîye pêk anîn.

Coniz retkir, çi guhrîn di sîyaseta Amerîka da hatibine kirin û ragîhand; Washington piştevanîyê li çaksazîyên Heyder Ebadî, serok wezîrên Îraqê dike.

Li dor proseya rizgar kirina Mûsilê, balyozê Amerîka ret kir, çi peywendî di navbera rizgarkirina Mûsilê û hilbijartinên Amerîka da hebe.

Sebaret heşda şebî jî, Dtîward Coniz, balyozê Amerîka li Bexda, daxwaz ji heşda şebî kir, li jêr fermana hikûmeta Îraqê karên xwe bike.

War.tv
Top