• Sunday, 22 February 2026
logo

Wahîde yaqu Hurmiz: Xirîstiyan ji Ebadî nerazî ne

Gulan Media August 23, 2016 Nûçe
Wahîde yaqu Hurmiz: Xirîstiyan ji Ebadî nerazî ne
Serokê fraksiyona komkara kildan, suryanî û aşûriyan li parlamentoya Kurdistanê diyar kir; Xirîstiyanan nerazîbûnên xwe yên li ser hikûmeta Iraqê gehande balyoz û konsolên welatên biyanî yên li Bexdayê û daxwazê dikin ku Xirîstiyan neyên piştguh kirin û mafên wan neyên binpêkirin, ku ji aliyê Ebadî ve di hikûmetê de cîh bigrin û neyên bêpar kirin.

Serokê fraksiyona komkara kildan, suryan û aşûrî li parlamentoya Kurdistanê Wehîde Yaqu Hurmiz ji BasNewsê re aşkera kir, li Iraqê pêkvejiyan û aştî tuneye. Dema hikûmet tê pêkanîn mafên Xirîstiyanan tê piştguh kirin.

Wahîde Yaqu Hurmiz da zanîn ku vê dawiyê Ebadî Xirîstiyan bê ji erkên wezaretan de par kirin, nêrînên Xirîstiyanan nehatin vergirtin bo cîhgirtina di hikûmeta Iraqê de. Em nerazî ne ji Ebadî û daxwazê dikin wekhevî hebe, tu pêkhateyekî Iraqê neyên piştguh kirin di hikûmetê de.

Basnews
Top