• Sunday, 22 February 2026
logo

Elî Ewnî: Barzanî ji bona qedera gelê Kurdistanê serdana derve dike

Gulan Media August 23, 2016 Nûçe
Elî Ewnî: Barzanî ji bona qedera gelê Kurdistanê serdana derve dike
Endamekî rêveberiya PDKê dibêje, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bona diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê serdana Tirkiye û Ewropayê dike.

Serok Barzanî, dê îro serdana Tirkiyê bike û piştî ku bi rayedarên Enqerê re hevdîtin kir dê serdana Ewropayê jî bike û bi mezinên wê parzemînê re jî rûnê.

Derheqê armanca serdana Barzanî de, endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re got, hêdê hêdî yarî ron dibin û bere diyar dibin. Bereya Îran, Rûsya û Tirkiyê û bereya Iraqê, bereya “Kesk” û “Nîlî” jî ron dibe. Li aliyê din jî bereya Ewropa û sunniyan zelal dibe. Rojhilata Navîn dibe du bere ji ber wê jî divê em xwe amade bikin û bi wan bidin zanîn ku hebûna dewleta Kurdistanê ziyanê nade ti kesî û dê aramiya deverê zêdetir were parastin. Berovajî, nebûna dewleta Kurdistanê dê sebeba çêbûna valahiya ewlehiyê. Ev, yek ji peyamên girîng ên Barzanî ye di van hevdîtinan de.

Elî Ewnî da zanîn ku yek ji sebebên girîng ên serdana Barzanî bo Tirkiyê ew e ku alîkarê serokê Amerîka Joe Biden jî diçe Tirkiyê. Joe Biden yek ji wan rayedaran e ku bi eşkere behsa parçebûna Iraqê dike. Helbet dê behsa azadkirina Mûsilê jî were kirin. Heta kurd çarenivîsa xwe nezane tevlî ti hevpeymanî û bereyekê nabe. Barzanî hilgirê doza kurd e û di hemû hevdîtin û civînan de gotin û pêşniyarên xwe hebûye.

Wî rayedarê PDKê anî ziman ku Usame Nucêfî, ku mezinekî erebên sunnî û xelkê Mûsilê ye, çûye Tirkiyê. Peywendiyên Nucêfî û Tirkiyê dîrokî ne ji ber wê ewê jî tevlî gotûbêjên Mûsilê bibin.

Li gorî wî siyasetmedarê Başûrî, divê Mûsil bibe sê parêzgehên cuda: Deşta Neynewa, Şingal û Mûsil.

basnews
Top