Xaça Sor ya Nawdewletî dê berdewbe li ser karê xwe li herêma Kurdistanê
Ev çende Katrîna Rîtiz berpirsa rêxistina Xaça Sora Navdewletî li Îraqê li dema îro hatîye pêşwazî kirin ji alîyê Nêçîrvan Barzanî serok wezîrên herêma Kurdistanê ragîhand û got: rêxistina wan di gel hikûmeta herêma Kurdistanê da dê berdewam be di kar û çalakîyên xwe da û bi taybet di warê mirovî û saxlemîyê da, amaje kir jî dê senterekê çêkirina dest û pêyan li herêmê dirust bikin û radestê wezareta saxlemîyê bikin.
Di vê dîdarê da Nêçîrvan Barzanî erkên rêxistina li herêmê bilind nirxandin û behsa şerê rizgarkirina Mûsilê û awarebûna welatîyên wê kir û got: pêdvîye berhevî bo alîkarîkirina wan bên kirin û bi taybet rêxistinên Navdewletî û navxwe bi hevra kar bikin, çunku hatina wê hijmara zor ya awareyan di şîyanên hikûmeta herêmê da nînin.
War.tv
