• Sunday, 22 February 2026
logo

Hêzên Îraqê çun nav bajarokê Geyare

Gulan Media August 23, 2016 Nûçe
Hêzên Îraqê çun nav bajarokê Geyare
Operasyona hêzên supayê Îraqê bo kontrolkirina bajêrkê Geyare li başurê Mûsilê berdewame, Geyare hatîye dorpêç kirin, Îro jî di êrîşekê da, hêzên Îraqê gihiştin naverasta Geyare û hijmareka gundên derdor jî hatine kontrol kirin.

Jêderên êmnahîyê ji nava supayê Îraqê dane zanîn, şer bi dijwarî li naverasta bajêrkê Geyare berdewame, hêzên supayê Îraqê şîyayne, nexoşxaneya Geyare û hijmareka cihên stratejîk kontrol bikin. Terorîstên Daişê jî di paşveçunê dane û şîyanên wan yên bergirîkirinê lawaz bûne.

Geyare bi westgeheka giring tê zanîn bo kontrol kirina bajêrê Mûsilê, ku maweyeke behsa destpêkirina operasyona rizgarkirina wê tê kirin.

War.tv
Top