• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji ber serdana Tirkiyê YNK daxwazekê ji serokê Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media August 23, 2016 Nûçe
Ji ber serdana Tirkiyê YNK daxwazekê ji serokê Herêma Kurdistanê dike
Ji ber serdana Tirkiyê YNKê daxwazek ji serokê Herêma Kurdistanê kir.

Perpirsê peyvendiyên giştî yê YNKê Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em hêvîdarin di vê serdanê de, behsa hatûçûna dîplomasiyê ya di herêmê de heye, carekedin kurd nekeve bin tu rêkeftinekî ku dawiyê de ziyan bigehe kurd di vê serdanê de pêkbê.’’

Herwaha got: ‘’Pêwîste di wan tesfiyekirinên di herêmê de têne kirin de, beşa kurd bê diyar kirin, ka beşa me çiye?’’

Herwaha amaje bi vê jî kir, YNK ji pir aliyan ve alîgirê vê ye ku pirsa aborî, siyasî, netewî û leşkerî ve serdana serokê Herêma Kurdistanê bê behs kirin û hemû dosya jî divê ber bi pêşve bê birin.

Duh BasNewsê belav kir, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwandina serokkomarê Tirkiyê serdana Tirkiyê wê bike û dibe ku di vê serdanê de roja çarşemê hevdîtinek li gel cîgirê serokê Amerîkayê Joe Biden jî pêkbê.

basnews
Top