Xaneqîn – Milîsên şîe 6 kes revandin
Efserekî polîsê nahiya Cebare ya Xaneqînê ji televîzyona K24 re gotiye, şeva borî 6 kes li gundê Cidîde yê nahiya Cebare ya Xaneqînê ji aliyê milîsên şîve hatine revandin.
Wî efserê polîs daye zanîn ku ew kesên hatine revandin, hemû erebên sunnî û endamên malbatekê ne û nayê zanîn çima revandine û çi anîne serê wan.
Li gorî agahiyên wî rayedarê polîs, ew milîsên şîe yên ku ew kesên ereb revandine, ji devera Silêman Beg li parêzgeha Selahedîn a Iraqê derbasî wî gundî bûne.
Basnews
