Nêçîrvan Barzanî: Nahêlin bi çi rengan asayîşa Îranê têk biçe
Ebdula Salih, rêveberê nivêsîngeha peywendîyên giştî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, bo ajansa Êrna ya Îranî ragîhand; Nêçîrvan Barzanî, serok wezîrên herêma Kurdistanê, di kombûna lijneya asayişa neteweyî ya herêmê da piştevanîya xwe bo seqamgirîya deverê dîyar kirîye û gotîye; hikûmeta herêmê dê bersîngê her gefekê bigre ku li ser asayîşa Îranê metirsî be.
Navbirî da zanîn jî; şandeka asayişa neteweyî ya herêmê berî niha serdana Îranê kiribû û digel hijmareka berpirsên wî welatî da, çewanya parastina asayişa deverê gotubêj kiribû.
War.tv
