Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Fransa li Hewlêrê kir
Li hevdîtinê de Konsolê Fransa li Hewlêr ku dawî bi erkê wî yê dîplomasiya li bajarê Hewlêrê hatiye, çar salê xizmeta xwe ya li Kurdistanê bi çar salên girîng û pir girîngê jiyana xwe wesif kir û pesnê çanda mîhvandarî û pêkvejiyan û vekirîbûna gelê Kurdistanê kir. Sersamiya xwe bi Pêşmerge û Dezgehên Asayîşa Herêma Kurdistanê derbirî ku li gel hebûna gefên cûr bi cûr rewşeke aram û pir bi ewle ji bo xelkê Kurdistanê û biyaniyan dirust kirine.
Konsolê Fransa pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li şerê terorê û çareserkirina giriftan hebû û ragihand ku cîhan û navçe pêwîste sûd ji ezmûna Serok Barzanî ya li derbaskirina gefan teror û gengeşeya tayîfî û navçeyî de werbigrin.
Li beranber da Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo rola Konsolê Fransa ya li berfireh kirina peywendiyên her dû aliyan de hebû û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Her wiha spasî Serok û gel û Hikûmeta Fransa kir ku li rojên dijwar da piştevanê gelê Kurdistanê bûne.
Her li vê hevdîtinê de behsa guhertinên siyasiyên navçeyê kirin û di derbarê gefên terorê û astengiyên li ber azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musilê de danustandina bîr û ramanan kirin.
