• Sunday, 22 February 2026
logo

PDK: Komela Îslamî nehîşt hewlên Selahedîn Behadîn bi ser keve

Gulan Media August 22, 2016 Nûçe
PDK: Komela Îslamî nehîşt hewlên Selahedîn Behadîn bi ser keve
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamî dixwest kêşe û kirîza niha ya Kurdistanê çareser bike lê Komela Îslamî û Gorranê nehîştin!

Berdevkê fermî yê PDKê, Mehmûd Mihemed ji govara Gulanê re gotiye, emîndarê giştî yê Yekgirtû Selahedîn Behadîn dixwest bi însiyatîfa xwe kêşeyan çareser bike lê Komel û Gorranê nehîştin ew însiyatîf bi ser keve.

Mehmûd Mihemed her wiha gotiye, Komela Îslamî mîna papaxanê (tûtî) lê hatiye, Gorran çi dibêje ew jî heman tiştî dibêjin. Medyaya Komelê jî mîna medyaya Gorranê, gotinên kirêt û nexweş digotin PDK û Serok Barzanî.

Berdevkê fermî yê PDKê aniye ziman ku ti kêşeya PDKê bi Komelê re nîne lê Komel rola “kuçê ji agir germtir” dilîze.

Îsal biharê, emîndarê giştî yê Yekgirtû Selahedîn Behadîn bi rayedarên partiyên siyasî re dest bi hinek hevdîtinan kir bo çareserkirina kirîza siyasî lê hewlên wî bê encam man.

basnews
Top