• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Dêrsimê şer: Kuştî û birîndar hene

Gulan Media August 22, 2016 Nûçe
Li Dêrsimê şer: Kuştî û birîndar hene
Komek gerîlayên PKKê li navenda qeza Qislê ya bajarê Dêrsimê êrişî baregehên hêzên ewlekariya Tirkiyê kirin. Di encama şer û pevçûnan çawişek pispor canê xwe ji da, yek jê giran 3 polîsên dewleta Tirkiyê birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê li Dêrsimê Serkan Ince ji Rûdawê re ragihand, îro derdora saet 05:00ê berbanga sibê komek endamên PKKê li dijî baregehên hêzên ewlekariya Tirkiyê yên li navenda qezaya Qislê ya Bajarê Dêrsimê êrişeke çekdarî pêk anî.

Di encama şer de çawişek pispor canê xwe ji dest da, yek jê giran 3 hêzên ewlekariya dewleta Tirkiyê birîndar in.

Birîndar ji bo bajarê Xarpêtê hatin veguhestin.

Şer û pevçûn berdewam dikin. Riyên diçin qezaya Qislê ji aliyê leşkerên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatin girtin.

Herwiha niha li navçeyê tevgereke zêde ya hewayî heye.

Helîkopterên şerî yên kobra û helîkopter barhilgir ên skorsky niha li asîmanê navçeya Qislê digerin.

Rudaw
Top