• Sunday, 22 February 2026
logo

Şêwirmendê Serokwezîrê Sûriyê: Baskê PKKê êriş kir, me jî bersiv da!

Gulan Media August 22, 2016 Nûçe
Şêwirmendê Serokwezîrê Sûriyê: Baskê PKKê êriş kir, me jî bersiv da!
Şêwirmendê Serokwezîrê Sûriyê Ebdulqadir Ezûz ji Rûdawê re ragihand, baskê leşkerî yê PKKê êrişî saziyên Dewleta Sûriyê kiriye, lewma jî şer li Hesekê derketiye.

Şêwirmendê Serokwezîrê Sûriyê Dr. Ebdulqadir Ezûz îro beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û derbarê rewşa bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û helwesta Şamê li ser şerê li Hesekê de agahî dan.

Ebdulqadir Ezûz ragihand, bêguman hewldana hinek aliyên navdewletî heye, da ku dest bavêjin yekîtî û yekrêziya Sûriyê û pêkvejiyana pêkhateyên li Sûriyê.

Ezûz derbarê sedema destpêkirina şerê li Hesekê de jî got: “Ew yek bû sedem ku hinek kesên tundrew di nav pêkhateya Kurdî de, ku em şanaziyê bi pêkhateya Kurdî dikin û bi awayekê dîrokî û şaristanî beşdar in di şaristaniyeta Sûriyê de, êrişên ser saziyên dewletê kirine, ku xizmeta hemû pêkhateyan dikin.”

Rûdawê ji Ebdulqadir Ezûz pirs kir, ew komên tundrew kî ne û kîjan alî piştgiriyê didin wan, Ezuz di bersivê de got, Asayiş, ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, êrişên çend sazî û dezgehên dewletê kirine, ku xizmeta hemû pêkhateyan kirine.

Ezûz wiha axivî:

“Bêguman ew kom û aliyê tundrew, her weke ku di daxuyaniyê artêşê de jî hatiye, Asayiş e. Ew jî aliyê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, ku êrişên çend saziyên giştî û yên dewletê kirin, ku ew sazî bê cudayî xizmetê bi hemû pêkhateyan, ji Kurd û Ereb û hemû aliyan re pêşkêş dikin bê ti cudahiyan.

Ew bûyer bûne sedem, ku danûstandin bên kirin bi rêya navbeynkaran, da ku çareserî bê dîtin, û rewşa bajêr aram bibe û welatî di ewlehiyê de bijîn, lê serhişkiya ew aliyê ku em behsê dikin, bû sedem ku Artêşa Sûriyê bi erkên xwe rabe, daku saziyên dewletê û xelkên sivîl biparêz e.”

Li ser pirsa ku gelo bi wan daxuyaniyên nû, Sûriyê helwesta xwe li hember PKKê, Asayiş û Rêveberiya Xweser guhertiye, ku wan gotinan dibêje, Şêwirmendê Serokwezîrê Sûriyê bersiva Rûdawê da û got: “Dewleta Sûriyê helwesta wê zelal e û di destpêka wê şerê de jî piştgiriya hemû hêzên xwecihî di şerê li dijî terorê dike. lê belê eger her hêzek çekdarî ya xwecihî ku Şam piştgiriya wê dike, bi êrişên ser saziyên dewletê û welatiyên sivîl rabe, êdî piştgiriya dewletê bo wan hêzan namîne.”

Derbarê helwesta dawî ya Hikûmeta Sûriyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên ku li Rojavayê Kurdistanê di bin destê YPGê û Rêveberiya Xweser de ne, Ebdulqadir Ezûz tekezî li ser wê yekê kir, ku helwesta Sûriyê nehatiye guhertin û Sûriyê li ser wê stratejiyê ye ku hemû axa welat vegere bin kontrola hikûmeta navendî.

Ezûz wiha got: “Serokê Sûriyê Dr. Beşar Esed û Artêşa Erebî ya Sûriyê rijd in li ser vegerandina hemû axa Sûriyê, lê şer hêj vekirî ye. Îradeya Sûriyê ev e ku tevahiya axa Sûriyê bê vegerandin.”

Li ser pirsyara gelo nêrîna Şamê derbarê Rêvebiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û sîstema siyasî ya welat çi ye, Ezûz ev tişt gotin:

“Li cem dewleta Sûriyê sîstemeke rêvebriyê ya nenavendî heye, li gorî sala 2012an. Têgeha rêveberiya nenavendî berê li Sûriyê hatiye cîbicîkirin û tiştek nû ye. Lê eger behsa nenavendî ya siyasî were kirin, tê wateya wê yekê ku federalî be û tiştek wisa niha di bernameya Sûriyê de nîne. Em bi têgeha rêveberiya nenavendî re ne, çê dibe ku ew yek di pêvajoya siyasî ya niştîmanî de cih bigire.”


Li ser wê pirsyara Rûdawê, ku gelo bi şerê li Hesekê û daxuyaniya hikûmetê û artêşê ya bi berpirsyar nîşandana PKKê, Sûriye dixwaze peyamekê ji Tirkiyê re bişîne û têkiliyên xwe asayî bike, Şêwirmendê Serokwezîrê Sûriyê wiha bersiv da:

“Ew tişt tine ye. Helwesta Sûriyê zelal û stratejîk e. Her aliyê ku êrişî serwerî û axa Sûriyê bike, Sûriye li dijî wê ye.”

Derbarê wê yekê de ku Hikûmeta Sûriyê bi fermî têkilî bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re heye an, Şêwirmendê Serokwezîrê Sûriyê destnîşan kir: “Di çarçoveyên fermî de em nikarin bêjin, lê di çarçoveya leşkerî de em dikarin behs bikin. Hikûmeta Sûriyê ji ber şer hinek tedbîr standine, bo parastina serwerî û axa Sûriyê û herwiha şerê terorî. Di vê çarçoveyê de jî hikûmeta hevkarî bi her aliyekê re dike.”

Ebdulqadir Ezûz herwiha piştrast kir, ku şandek serdana Qamişloyê kiriye, lê tekez kir, bi awayekê fermî ti lihevkirinek bo rawestandina şer û ragihandina agirbestê nehatiye kirin.

Rudaw
Top