Hikûmeta Îranê bi fermî Barzanî vexwend Îranê
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Omêd Sebah di daxuyaniyeke nivîskî de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, ragihandiye, Barzanî bi fermî ji aliyê Îranê ve hatiye vexwendin da ku serdana wî welatî bike.
Omêd Sebah her wiha gotiye, gazîname gihîştiye destê Serok Barzanî tenê maye wextê serdana were destnîşankirin.
Wî rayedarê Herêma Kurdistanê aniye ziman ku ji ber agahî û nûçeyên virda wêda yên ku di heyama çend rojên borî de li ser serdana Barzanî bo Îranê hatine belavkirin, ev daxuyanî daye.\
basnews
