Hêzên Artêşa Azad berê xwe da Cerablusê
Çavkaniyeke xwecihî ji nav bajarê Cerablusê ji Rûdawêre eşkere kir ku nêzîkî 400 çekdarên Artêşa Azad di amadebaşiyê de ne ji bo derbas nav bajarê Cerablusê bibin û vî bajarî kontrol bikin.
Bi gotina heman çavkaniyê, hêzên Artêşa Azad ji fermandariya xwe li benda fermana derbasbûna nav Cerablusê ne.
Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê derdora bajarê Cerablusê mayinan vedan. Ev jî dê zehmetiyê li ber pêşketina hêzên Artêşa Azad dirust bike.
Li gorî zanyariyên xwecihî ji Cerablusê, çekdarên DAIŞê hin bi hin ji vî bajarî vedikişin û malbatên xwe jî dişînin Reqayê.
Tê gotin heta niha, hejmara wan bi nêzîkî 50 malbata ne.
Cerablus bi nêzîkî 38 kîlometreyan li dûre Minbicê ye û bi dirêjiya 55 kîlometreyan hevsînorî Tirkiyê ye û ew di destê çekdarên DAIŞê de ye.
Rudaw
