Hikûmeta Sûriyê banga aştiyê li YPGê kir
Parêzgarê Hesekê Mihemed Zeal Elî yê ser bi hikûmeta Beşar Esed, derbarê şer û pevçûnên li Hesekê yên di navbera hêzên rejîma Sûriyê û şervanên hêzên kurdî û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) got, “Ji bo carek din Hesekê aram be, daxwaza danûstandinê ji berpirsên YPGê dikin ku li ser maseyê pirsgirêkên xwe çareser bikin.“
Elî herwiha got ku divê YPG çekên di destê xwe de li dijî DAIŞê bikarbîne, ne ku li hember rejîmê.
Lê heta niha YPGê ti bersiv nedaye vê bangê.
Roja 16ê Tebaxê hêzên rejîma Sûriyê danê nîvro êrîşê xelkên medenî yên di bin kontrola Asayîşa Hesekê de kirin. YPGê jî bersiv da vê êrîşê.
Ev 5 roj in li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û şervanên hêzên kurdî de şer û pevçûn hene.
Di dema pevçûnan de hêzên rejîmê taxên bajêr dane ber topan û bi firokeyan bombebarankir. Di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe jidest dan û birîndar bûn.
Amerîkayê bi fermî piştgiriya xwe ji YPGê re anî ziman û ji bo pêşiya êrîşên firokeyên rejîmê bigre, 2 firoke şandin esmanên Hesekê.
Rudaw
