• Sunday, 22 February 2026
logo

Saziyên sivîl û rojnamevan girtina Erdogan şermezar kirin

Gulan Media August 21, 2016 Nûçe
Saziyên sivîl û rojnamevan girtina Erdogan şermezar kirin
Li Stenbolê, komeke endamên saziyên sivîl û rojnamegeran, ji ber girtina nivîskara rojnameya Ozgur Gundemê çalakî li dar xist. Saziyên civakî yên sivîl daxwaz kirin ku nivîskara girtî serbes bê berdan.

Rojnameya Ozgur Gundemê ku wek nêzîkî PKK tê zanîn bi hinceta bangeşeya PKK hatibû girtin û 25 xebatkarên rojnameyê hatibûn desteserkirin. Jê 22 kes serbes hatin berdan. Nivîskara rojnameyê wêjekar Aslî Erdogan bi hiceta ku endama PKK ye hat girtin.

Ligel akademîsyenê navdar ê Amerîkayî Profesor Noam Chomsky gelek kesên bi nav û deng nerazîbûna xwe nîşanî girtna Erdogan dan û daxwaza serbestberdana Asli Erdogan kirin.

Li Stenbolê hinek nûnerên saziyên civakî girtina Erdogan şermezar kirin.

Serokê Giştî yê Komeleya Nivîskarên Tirkiyê Mustafa Köz wiha got:

"Girtina Asli Erdogan eybek e û bêfêdî ye. Ma rewa ye ku nivîskarek ji ber gotin û fîkra xwe bê girtin? Ne bi tenê Tirkiye bila hemû dinya bizanibe ku Asli Erdogan tenê nîn e."

Parêzerê mafê mirovan Eren Keskîn amaje kir ku bi vê girtinê tê xwestin çavê wan bitirsînin.

Hemû kes dizane tu eleqeya Asli Erdogan bi rêxistinekê nîn e û herkes jê hez dike jî. Loma bi vê girtinê hişyarî didin hemû kesên muxalîf û dibêjin eger hûn nêzîkî Kurdan bibin em ê jî we bigirin.

Hat ragihandin ku komeke rewşenbîr û rojnameger ji bo serbes berdana Asli Erdogan dê li ber avahiya rojnameya Ozgur Gundemê dest bi nobedariyê bikin.

K24
Top