Ji PKKê peyama aştiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê pirsgirêka Kurd de û têkildarî rewşa niha de daxuyaniyek da.
KCK derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de diyar kir ku eger dewleta Tirk gavê bavêje wê di yek mehê de pirsgirêk çareser bibin.
KCK diya kir di demên dawî de hin dewlet, hin saziyên navdewletî, hin rêxistinên Herêma Kurdistanê û yên li Tirkiyê û HDP bangewaziya vegera li guftûgoyan li wan dikin.
Di daxuyaniya KCKê de wiha hat gotin:
"Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dewleta Tirk e ku divê gavê bavêje. Heke ku desthilatdarî pirsgirêka kurd çareser nekin, gelê Kurd dê bi hêza xwe ya birêxistinkirî, hewl bide ku çareseriya xwe biafirîne û heta ku jiyana azad û demokratîk avabike, bedelê wê çi bin bila bibin dê têkoşîna xwe berdewam bike. Di vê dema neçareseriya pirsgirêka kurd de ti kes divê ne li bende helwesteke cuda be ku gelê kurd û Tevgera Azadiyê bavêje.”
Çima dest bi şer kirin?
KCK balê dikişîne ser şerê berdewam dike û dibêje ku "Me ji ber bêçareseriya pirsgirêka kurd ji neçarî dest bi şer kiriye. Dîrokê jî nîşan daye ku li Tirkiyê çareseriya pirsgirêka kurd, tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd çêdibe ku di çareseriya pirsgirêkê de rolekî gelekî girîng dilîze."
Mehek bes e!
Di vê qonaxê de KCK destnîşan dike ku heke hikûmeta Tirkiyê polîtîkayek çareseriyê pêş bixin, wê pirsgirêka Kurd di mehekê de çareser bibe û wê aştî were Tirkiyê.
Berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Em weke Tevgera Azadiyê, tercîha me ji çareseriya siyasî ya demokratîk e. Xuya ye ku em ê di vê mijarê de her cûre fedakariyê jî bikin. Lê ji bo vî tiştî divê helwesteke hikûmet û dewletê pêwîste ku divê agirbestan neke amûr."
KCK diyar dike ku heta mijara amûrkirinê ji rojevê dernekeve bila ti kes ne li bendebe ku ew agirbestê ragihînin.
Bila bi Ocalan re hevdîtin were kirin
KCK dixwaze şandek ji parlamentoya Tirkiyê bi Ocalan re hevdîtinê bike û biryara destpêkirina gotûbêjên çareseriyê bide ku di nava vê şandê de HDP jî hebe.
Herwiha KCK dibêje ku divê AK Partî ji bo gelên Tirkiyê ragihîne ku ew li vê vînê xwedî derdikeve û bihêle ku Ocalan di serî de bi rêxistina xwe re û bi saziyên sivîl, partiyên siyasî re hevdîtinan bike.
Di vê astê de KCK diyar dike ku piştî van tiştan ew ê tiştên dikeve ser milê xwe bi her awayî pêk bînin.
Rudaw
