• Sunday, 22 February 2026
logo

Bakûr – Li Dîlokê êrişa xwekujî: Herî kêm 50 kuştî

Gulan Media August 21, 2016 Nûçe
Bakûr – Li Dîlokê êrişa xwekujî: Herî kêm 50 kuştî
Li bajarê Dîlokê yê Kurdistana Bakûr, êrişek xwekujî hat kirin, di encamê de herî kêm 50 kes hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Şeva borî, li navçeya Şahînbey a Dîlokê, êrişeke xwekujî di nav dawetekê de qewimî.

Li gorî agahiyan, di encama teqînê de destpêkê 30 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Lê ji ber ku birîna hinek birîndaran giran bû, hejmara kuştiyan derket derdora 50.

Ji aliyekî din, serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku êrişa Dîlokê ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin.

Beriya Erdogan, parlamenterê Dîlokê yê AKPê Şamîl Tayyar jî gotibû, êrişa Dîlokê ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin.

Basnews
Top