• Sunday, 22 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media August 20, 2016 Nûçe
Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Di derbarê operasyona azadkirina bajarê Musil û rola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û belavbûna daxuyaniyên cûr bi cûr li medyayê de, bi hemû aliyek radigihînîn ku:

Yekem: Şerê terorîstên Da'îş ewlewiyeta serekî ya Herêma Kurdistane û li van dû salan de Pêşmerge qehremanane erkê xwe bi cîh gihand û efsaneya Da'îş li ser destê Pêşmerge şikiya.

Dûyem: Rizgarkirina bajarê Musilê ji bo Herêma Kurdistan û Iraq û cîhan û navçeyê girînge û ji bilî aliyên serbazî pêwîste encamên wê yên mirovî û siyasî û bandora wê ya li ser Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê li ber çav bê girtin.

Sêyem: Ji aliyê Herêma Kurdistanê ve û pêkhat û xelkê parêzgeha Nînowa ve, qonaxa piştî azadkirina Musilê girîngiyekî xwe yê taybetî heye û ji bo rêgirtina li dûbarebûna wan karesatên li ser pêkhatên neteweyî û olî yên parêzgeha Nînowa hatiye û ji bo wê yekê ku girifteke din serî hilnede û baweriyeke tevahî bidin pêkhatên parêzgeha Nînowa û nîştecihên bajarê Musilê pêwîste rêkkeftinekî siyasî li navbera aliyan de ya li ser birêvebirina bajarê Musil û parêzgeha Nînewa hebê.

Çarem: Di derbarê rola Pêşmerge ya li operasyona azadkirina Musilê Herêma Kurdistanê pabendî wê peymanê dibê ku berê li navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê û Hevpeymanan hatiye îmzakirin û her wiha her peymaneke ku li paşarojê de li navbera van sê aliyan de bê îmzakirin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
20.08.2016

Top