HESEKÊ - Amerîka gihişt, firokeyên rejîmê vekişiyan
Li gorî daxuyaniyên Wezareta Berevenî ya Amerîkayê (Pentagon) hêzên hevpeymanan çûne hewara hêzên Amerîka û hêzên Kurdî, beriya ku firokeyên Amerîkayê bigihin Hesekê, firokeyên rejîmê ji deverê paşde vekişiyane.
Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand ku firokeyên şer ên Sûriyê duh bi şev jî li Hesekê êrişî taxên Newşewa Rojhilat, Xuwêran û Bazara Bajêr kirin û sivîl kirin hedef.
Tê gotin ku hêjî topbarana artêşê bo ser taxên sîvîlan berdewam dike.
Ji aliyê din ve Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyand ku di şerê duh ê Hesekê de 32 serbazên rejîmê hatine kuştin û 33 serbaz jî dîl hatine girtin.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hêzên Kurdî ketine alarmê û di nava bajêr de xalên kontrolê zêdetir kirin.
Rudaw
