Serokwezîrê Tirkiyê: PKK û FETO him beriya kûdetayê him jî piştî kûdetayê hevdîtin kirine!
Serokwezîrê Tirkiyê ji rojnameya Haber Turkê re gotiye, li gorî agahiyên ku ketine destê me, rêxistina FETO (rêxistina Fetullah Gulen) û PKKê, him beriya kûdetayê him jî piştî kûdetayê li bakûrê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) li hev rûniştine.
Bînalî Yildirim her wiha gotiye, FETO û PKKê beriya kûdetayê li ser wê yekê li hev kiribûn ku eger kûdeta bi ser keve PKK dê şer bide sekinandin lê eger bi ser nekeve dê êrişên xwe bidomîne.
Serokwezîrê Tirkiyê aniye ziman ku haya PYDê jî ji wan hevdîtinan hebûye û PYD jî bi awayekî tevlî kûdetaya 15ê Tîrmeha îsal bûye!
Li gorî wî rayedarê Tirkiyê, xistina balafira şer a Rûsyayê jî ji ber wê bûye ku givaşa ku Tirkiyê li PYDê kiribû, were rakirin!
Basnews
