• Sunday, 22 February 2026
logo

Şerê Hesekê didome – Pasdarên Îranê jî tevlî şer bûne!

Gulan Media August 20, 2016 Nûçe
Şerê Hesekê didome – Pasdarên Îranê jî tevlî şer bûne!
Li bajarê Hesekê yê Kurdistana Rojava, şer û pevçûn di navbera hêzên YPG û rêjîma Sûriyê de didome. Tê gotin ku di wî şerî de çekdarên Hizbdullaha Libnanê û pasdarên Îranê jî hene!

Şerê li bajarê Hesekê, ku çend roj berê dest pê kir, didome. Rêjîma Sûriyê êdî bi balafiran êriş dike û tank û topan bikar tîne.

Li gorî agahiyan, li taxên Neşwa Şerqiye û Xiwêran şerekî giran di navbera hêzên YPG-Asayişê û milîsên û çekdarên rêjîma Sûriyê de didome. Tê gotin ku di wî şerî de, çekdarên Hizbullaha Libnanê û pasdarên Îranê jî pişta rêjîmê digirin û şerê kurdan dikin.

Hat gotin ku balafirên şer ên rêjîma Sûriyê, şeva borî jî taxên Neşwa Şerqiye û Xerbiye, Xiwêran û Sûka bajar bombebaran kirine. Di encamê de ziyan gihîştiye mal û milkên welatiyan. Nehat zanîn ka tiştek bi ti kesî hatiye yan na.

Li gorî ku fermandeyên YPGê dibêjin, di şerê Hesekê de heta niha 32 çekdarên rêjîma Sûriyê hatine kuştin, 33 jê dîl hatine girtin, 19 sivîl û 7 şervanên YPGê jî jiyana xwe ji dest dane.

Basnews
Top