Polîtburoya YNKê derbarê serdana nûnerê serokê herêma Kurdistanê de dicive
Malpera fermî ya YNKê belav kir, civîn îro saet 11:00 berî nîvro bi serpereştiya cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî de wê pêkbê û hemu endamên polîtburoya YNKê wê beşdarî civînê bibin.
Li gor zanyariyên BasNewsê di civînê de gotûbêjên derbarê serdana nûnerê serokê herêma Kurdistanê û serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û rewşa Kurdistanê û pirsgirêkên navbera aliyan de wê bêne gotûbêj kirin.
Herwaha di heman civînê de pirsa gohertina parêzgeran û qaymeqamên di sînorê parêzgeha Silêmaniyê û Helebçê jî wê bêne gotûbêj kirin.
basnews
