John Kirby: Li hember doza Demîrtaş em bi fikarin û dişopînin!
Kirby di civîna xwe ya rojane de li ser pirsa derbarê doza ji bo Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş de hatiye vekirin wiha axivî: "Em bifikarin ku li Tirkiyê lêpirsîna adil ji bo sînorkirina axavtinên siyasî û azadiya fik û raman bi awayekî êrîşkar bê bikaranîn."
Kirby herwiha diyar kir ku wan her wext piştevaniya azadiya fikr û raman ê kirine û wê her bikin jî. Dîsa wê li hemberî her cûre gavên zirarê dide vê azadiyê derkevin.
Derbarê Selahattin Demirtaş û parlamenterê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder doz hatibû vekirin û 5 sal cezayê girtîgehê hatibû xwestin.
Basnews
