• Sunday, 22 February 2026
logo

Nirxê neftê 51 dolar derbaskir

Gulan Media August 19, 2016 Nûçe
Nirxê neftê 51 dolar derbaskir
Carekedin nirxê neftê li bazarên cîhanê de, ber bi bilindbûnê ve diçe û nirxê her varîlekî neftê ji 51 dolar derbaskir.

Pêgeha cîhanî oilprice îro 19.08.2016ê li saet 10:00ê serê sibê li gor dema Kurdistanê diyar kir, nirxê her varîlekî nefta brend bi 51 dolar û 15 cent li ser danûstandin hate kirin û nirxê yek varîla nefta xav a Amerîkayê jî bi 48 dolar û 67 cent li bazarê danûstandin li ser hate kirin.

Piştî cudabûna Brîtanya li YE yê nirxê neft û petrolê daketibû û bi awayekî dikare bê gotin ji 50 dolar heta bin 40 dolar daket. Lê di çend rojên borî de carekedin nirxê neft û petrolê bilindbû.

Tê gotin di dawiya meha îlonê de welatên endamê rêxistina OPECê wê li Cezayîrê bicivin û bi armanca rêkxistina asta berhemanîna neftê û bi armanca bilindkirina nirxê neftê wê hin biryaran bigrin. Çavdêrên aborî jî pêşbînî dikin ji ber zêdebûna xwastek ango taleba neftê wê nirxê neftê ber bi bilindbûnê ve biçe û heta dawiya vê salê wê bighîje 65 dolar.

Basnews
Top