Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Kuweyt li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Balyozê Kuweytê silavên Emîr û Hikûmeta Kuweytê bi Serok Barzanî gihand û pesnê rola Serok Barzanî ya li dîroka Iraq û navçeyê û her wiha serkirdayetîkirina şerê terorîstan kir. Li axaftina xwe de siyaset û nêrîna welatê xwe ya li ser pêşhatên siyasiyên navçeyê xisterû û ji bilî derbirîna spas û pêzanînên xwe ji bo gelê Kurdistanê ya li hewandina sedan hezar koçberan de amadehiya welatê xwe jî nîşanda ku hevkariyên pizîşkî û xorek û pêdiviyên din pêşkêşî koçberan bike.
Li beranber da Serok Barzanî spasî Emîr û Hikûmeta Kuweytê kir û balkişand li ser wê yekê ku gell Kuweytê pêgeheke xwe ya taybetî li cem gelê Kurdistanê heye û tekez jî li ser kûrtirkirina peywendiyên di navbera her dû aliyan kir.
Li beşekî dinê civînê de di derbarê metirsiyên kultûra înkar û dîktatorî û dagîrkeriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û behsa rûbirûbûna teror û amadekariyên ji bo azadkirina Musilê kirin.
