Derbarê Şirnex û Colemêrgê de biryar hat dayîn!
Li gorî vê yekê dê wekî berê Şirnex û Colemêrg bajêr bimînin û navên wan nayê guhertin û Cizîr û Gever jî navçe bin. Xalek din ê giring jî derbarê şaredariyan û serok şaredarên girtî de ye. Di pêşnûmayê de xala ku digot: "Dê Wezareta Navxweyî û walî li cihê serokê şaredariyan ên ji ber sûca terorê hatine girtin, kesên din diyar bike" ji metnê pêşnûmayê hate derxistin.
Piştî ev sererastkirin ji dengdanê derbasbûn, parlamenterên partiyên mûxalefetê bi çepikan pêşwaziya van guhertinan kirin. Hêjayê gotinê ye ku meha borî hikûmeta Tirkiyê pêşnûmayek li ser statûya bajêrên Şirnex û Colemêrgê amadekiribû ku li gor vê herdu bajêr dibûne navçe, navê Şirnexê dibû Nûh, navê Colemêrgê (Hekarî) jî dibû Çolemerîk. Li dewsa van herdu bajêran, Cizîr û Gever dibûne bajêr û vê biryarê rê ji nerazîbûnek.
Basnews
