• Sunday, 22 February 2026
logo

Berpirsê DAIŞê, bi kincê jinan hate girtin

Gulan Media August 19, 2016 Nûçe
Berpirsê DAIŞê, bi kincê jinan hate girtin
Berpirsê DAIŞê yê bakurê Efganîstanê Baz Mihemed, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate girtin.

Li wîlayeta Cuzcan a Efganîstanê, berpirsê DAIŞê yê bakurê Efganîstanê Baz Mihemed, dema dixwest bi dizî bireve, ji aliyê hêzên ewlekariya vî welatî ve hate girtin.

Baz Mihemed weke “waliyê sîber” ê DAIŞê jî dihate zanîn.

Beriya niha jî gelek çekdarên DAIŞê li Iraq û Efganîstanê di nav cilûbergên jinan de hatibûne girtin.

Hêzên Pêşmerge jî beriya niha çend çekdarekê DAIŞê bi heman awayî desteser kiribû.

Rudaw
Top