• Sunday, 22 February 2026
logo

Almaniya li ser alîkariyên serbazî û mirovî jibo Herêma Kurdistanê berdewam dibe

Gulan Media August 18, 2016 Nûçe
Almaniya li ser alîkariyên serbazî û mirovî jibo Herêma Kurdistanê berdewam dibe
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 17.08.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Franz Josef Kremp balyozê nû yê Almaniyayê li Îraqê û şandeya pê re kir.

Kremp li hember serdana bo Herêma Kurdistanê û desrbikarkirinê weke balyozê Almaniyayê li Îraqê kêfxweşiya xwe diyar kir û got ku, Herêma Kurdistanê xwedî jîngeheke aram e û di vê çarçoveyê de rola xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand ku karîne aramiya Herêma Kurdistanê biparêzin, rûbirûuê terorê bibin û hemû pilanên terorîstan têkbişkînin, pêşwaziyê li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bikin, bihewînin û bi awayekê gelek baş xizmeta wan bikin.

Şandeya mêvan tekîd kir ku Almaniya li ser hevkarîkirina Herêma Kuridstnê di warê leşkerî û mirovî de berdewam dibe û ji bona zêdetir pêşvebirina têkeliyên di hemû waran de, berheviya xwe nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Almaniyayê bo Herêma Kurdistanê kir û ji kar û xebatên balyozê nû yê Alamniyayê re hêviya serkeftinê xwest.

Serokwezîr sipasiya civaka navdewletî, welatên hevpeyman û bi taybetî Almaniyayê kir ku di demên dijwar de hevkar û piştgirên Herêma Kurdistanê bûn û alîkariyên leşkerî û mirovî pêşkeşî xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine û hêvî xwest ku ew alîkarî berdewam bin.

Barzanî ji şandeya mêvan re behsa pirosesa siyasî li Îraqê, operasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji bin destê terorîstan û rewşa êkonomî li deverê bi giştî kir û di vî warî de her du alî hebîr bûn ku pêwîste ji gişt pirsgirêkan re çareseriyên pêwîst bên dîtin.

Top