• Sunday, 22 February 2026
logo

Firaksiyonên Parlamentoya Kurdistanê: Siyaseta PYDê xizmeta gelê Kurdistanê nake

Gulan Media August 18, 2016 Nûçe
Firaksiyonên Parlamentoya Kurdistanê: Siyaseta PYDê xizmeta gelê Kurdistanê nake
Beşek ji firaksiyonên Parlamentoya Kurdistanê, li dijî girtina siyasetmedarên Kurdistana Rojava ji aliyê hêzên PYDê ve nerazîbûn nîşan dan û ragihandin, siyaseta PYDê xizmeta berjewendiyên gelê Kurdistanê nake.

Di heyama çend rojên borî de, gelek siyasetmedar, endam û alîgirên partiyên Kurdistana Rojava ji aliyê hêzên PYDê ve hatine girtin, hinek ji wan bi taybet serokê ENKSê Îbrahim Biro, hatine sirgûnkirin.

Li hember van kiryarên PYDê, 10 firaksiyonên Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, nerazîbûn nîşan dan û ragihandin, girtina siyasetmedarên Rojava û endam û alîgirên partiyên wî beşê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve, bûyerên metirsîdar in û nakokiyên navbera hêzên siyasî kûrtir dikin.

Firaksiyonên han, PYD bi wê yekê tohmetbar kirine ku sîstemek totalîter li Rojava ava kiriye û yên mîna wê hizir nekin, wek “xayîn” bi nav dike û digire.

Li gorî wan firaksiyonên Kurdistanî, siyaseta niha ya PYDê ti carî xizmeta berjewendiyên gelê Kurdistanê nake ji ber wê jî divê demildest siyaseta xwe biguhere û di hizra paşeroja Kurdistana Rojava de be û bo aramî û yekrêziya niştimanî gavan bavêje.

Basnews
Top