• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji Almanyayê 70 ton çek

Gulan Media August 18, 2016 Nûçe
Ji Almanyayê 70 ton çek
Wezareta Berevaniyê yê Almanyayê diyar kir ku wan 70 ton çek û kelûpelên serbazî bo Herêma Kurdistanê şandine.

Wezareta Parastin a Almanyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku barek çek û kelûpelên serbazî ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re şandiye Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Li gorî daxuyaniyê di nava çekên hatine şandin de hezar 500 çekên êrîşê, 100 roket û 3 wesayîtên zirxî hene.

Almanyayê ji sala 2014an heta niha 2 hezar ton çek bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şandiye.

Almanya yek ji wan welatan endamê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û ji destpêka şerê li dijî rêxistinê heta niha alîkariyên leşkerî bo hêzên Pêşmerge dişîne.

Herwiha Almanya 150 pisporên leşkerî ji bo perwerdeya leşkerî bidin Pêşmerge şandibû Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top