Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Almanya li Iraqê kir
Li hevdîtinê de Balyozê Almanya li Iraqê ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û pesnê Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûn û serkirdayetîkirina şerê terorê da û wê yekê jî ragihand ku welatê wan agahdarî wan gefên emnî û siyasî û aboriye ku rûbirûyê xelkê Kurdistanê bûye û ji bilî balkişandina li ser dostayetiya gelê Kurdistanê û Almanya, wê yekê xisterû ku Kurdên li welatê wan gelek bi başî li gel civaka Almanya pêkve hatine bestin û hêviya wê yekê jî xwest ku gelê Kurdistanê qeyranan bi demeke zû û bi serkeftî derbas bike.
Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Almanya kir ku li şerê terorîstên Da'îş da palpiştê hêzên Pêşmerge bûne û hevkariyên serbaziyên Almanya bandoreke baş li hevkêşeyên serbaziyên di navbera Pêşmerge û terorîstan da hebûye. Her wiha ragihand ku gelê Kurdistanê gelê Almanya bi dostekî xwe yê nêzîk dizanê.
Her li vê hevdîtinê de behsa şerê terorîstan û operasyona azadkirina Musilê kirin û Serok Barzanî tekez li ser pêwîstiya hebûna peymaneke siyasî ya berî azadkirina Musilê di navbera aliyan de kir û balkişand li ser pêkhata demografî ya parêzgeha Nînowa û bi pêwîstî zanî ku maf û paşaroja pêkhatan bi taybet Êzîdî û Mesîhiyan li wê parêzgehê de bête mîsogerkirin.
Li beşekî dinê civînê de ronahî xiste li ser dîroka gelê Kurdistanê li gel Iraqê û ew êşên li encama binpêkirina şeraketê ji aliyê Hikûmetên Iraqê li ser gelê Kurdistanê da hatiye. Her wiha behsa paşaroja gelê Kurdistan û Iraqê û rêyên bi dawî hatina girift û qeyranan kirin.
