Ji bo Kurdan projeyên nû
Ken Gross ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku weke nûnertiya Amerîkayê ew ê li gel hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di nava pêwendiyan de bin û got:
“Li gel hemû aliyan giftûgokirin erkê me yê sereke ye.”
Derbarê bernameya karên xwe de jî Gross wiha axivî:
“Ji bo zêdetir nêzîkê gelê Kurdistanê bibin, gelek bername û projeyên me yên nû hene. “
Konsolê Amerîkayê daxuyand ku ji bo nûnertiya Amerîkayê giring e pêwendiyên wan li gel xelkê hebe û ew dê ji bo nêzîkbûna gel jî karê taybet bikin.
Rudaw
