• Sunday, 22 February 2026
logo

Civata Mûsilê: Çeperên Pêşmergêyên Kurdistanê şeş kîlometran nêzîkî Mûsilê ne

Gulan Media August 17, 2016 Nûçe
Civata Mûsilê: Çeperên Pêşmergêyên Kurdistanê şeş kîlometran nêzîkî Mûsilê ne
Serokê kutleya birayetî û pêkvejiyana li civata parêzgeha Mûsilê diyar kir, pêşmergeyên Kurdistanê rêya Guwêr bo Mûsilê kontrol kiriye û 11 gund li ser destê Pêşmerge ve bi operasyona rizgarkirina Guwêr û Xazirê de hatine bidestxistin. Bi vê serkeftina mezin ve metirsiyeke mezin xistiye nav terorîstên DAIŞê yên li Mûsilê.

Serokê kutleya birayetî û pêkvejiyana li civata parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ji BasNewsê re diyar kir; ‘’Operasyona rizgarkirina gund û deverên Xazir û Guwêr rê li pêş operasyona rizgarkirina Mûsilê xweşkiriye. Terorîstên DAIŞê piranî revîn û nekarîn tiştekê bikin. Gelek birîndarên terorîstan geheştine Mûsilê. Bi zorê xwîn ji xelkê verdigrin û naha rewşa terorîstan gelek xirabe.’’

Herwaha got ‘’Pêşmergeyên Kurdistanê gelek deverên giring û stratejîk li Xazir û Guwêr kontrol kirin û çeperên Pêşmergeyên Kurdistanê naha şeş heta hevt kîlometreyan nêzîke li parêzgeha Mûsilê. Pêşveçûna Pêşmergeyên qehreman xelk gelek keyfxweş kiriye û em li bendê ne Mûsil jî di operasyonekî waha mezin de bê rizgarkirin.’’

Basnews
Top