Murad Karayılan: Dem dema rizgarkirina Kurdistanê ye
Li baregehên PKKê pêngava destpêkirina şerê çekdarî ya PKKê bi merasîmekê hat pîrozkirin. Gelek yekîneyên gerîlla û yên akademiyan beşdarî merasîmê bûn. Fermandarê HPGê Murad Karayılan, bal kişand ser rewşa Abdulah Ocalan û da xuyakirin ku eger jiyana Ocalan di xeteriyê de be li Tirkiyê jiyana tu serkirdeyek ewle nabe.
Karayilan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hêza kurdan û got: ”Divê kurd xwe bawer bin û baweriya xwe bi dewletên dagirker neyînin. Erdogan bi hemû dijwartiya xwe bi ser me de tê, ji ber vê em dê şer mezin bikin û bigihînin serkeftinê.”
