Ji bo Amerîkayê Mûsil ji krîza navxwe ya Kurdan giringtir e
Hefteya derbasbûyî Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk serdana Herêma Kurdistanê kir. Lê McGurk vê care tenê bi berpirsên hikûmî re neciviye. Li gel berpirs û serkirdeyên partiyên cuda jî rûnişt.
Hevdîtinên Brett McGurk ev pirs anî rojevê; gelo Amerîka hewla çareserkirina krîza siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdistanê dide? Berpirsên Amerîkayê di bersiva vê pirsê de gotin: “Nexêr.”
Ji bo Amerîkayê vê gave rizgarkirina bajarê Mûsilê giringtir e. Ji ber ku rêveberiya Obama dixwaze di nav 4 mehên pêş de, beriya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, vê serkeftinê bidest bixe.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Elizabeth Kennedy Trudeau ji Rûdawê re got, “Ji bo bersiva pirsên we, Amerîka û hevpeymaniya navdewletî dixwazin li gel hemû serkirdeyên Iraqê kar bikin ji bo pitrast bin ku plana wan bi temamî pêşve diçe.”
Rêveberên Amerîkayê gihiştine wê biryarê ku hêzek bi hêz ê Sûnneyan li Iraqê nebe jî, hebûna hêza pêşmerge pêwîstiyek e. Ji ber ku Kurd jî Sûnne ne û ji ber vê yekê, beşdarbûna wan di operasyona Mûsilê de dikare zêdetir hebûna mîlîsên Şîe veşêre û operasyonê bike ya hêzên Iraqî.
Elizabeth Kennedy Trudeau herwiha got, “Spasiya hêzên ewlekariya Iraqê û herwiha ya pêşmerge dikin ku di qada şer de serkeftî bûne. Bi taybet jî ku pêşmergeyên Kurd ku karîne li rojhilatê Mûsilê pêşve biçin.”
Şerê li dijî DAIŞê bûye mijarek giring ê siyaseta navxwe ya Amerîkayê jî. Namzetê Komariyan a ji bo serokatiya Amerîkayê Donald Trump “gefa îslamiyên tundrew” şibande neyarên Amerîkayê yên sedsala derbasbûyî.
Trump di axaftinek xwe de got, “Amerîkayê di sedsala 20an de faşîzm, nazîzm û komunîzm têkbir. Lê niha gefek cuda li pêşiya cîhanê ye, ew jî îslama radîkal e.”
Rudaw
