• Sunday, 22 February 2026
logo

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê: Qedexe, kêşeyan çareser nake kûrtir dike

Gulan Media August 17, 2016 Nûçe
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê: Qedexe, kêşeyan çareser nake kûrtir dike
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li hember qedexekirina hemû çakakiyên sivîl û siyasî li bajarê Amedê, nerazîbûn nîşan da û ragihand, ev li dijî demokrasiyê ye û kêşyan aloztir dike.

Waliyê Amedê pêr di daxuyaniyekê de ragihand, ji 15ê Tebaxê û şûnde, tevahiya çalakiyên sivîl û siyasî li Amedê qedexe ne.

Li hember vê yekê PSKê di daxuyaniyeke nivîskî de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, nerazîbûn nîşan daye û ragihandiye, qedexeyên wiha kêşeyan çareser nake lê aloztir û kûrtir dike.

PSKê bang li hikûmetê kiriye demildest rewşa awarte nehêle û qedexeyan betal bike.

Daxuyaniya PSKê wiha ye:

Zihniyeta qedexekar kêşeyan safî nake, hîn kurtir dike

Piştê hewldana derbeya 15 Tîrmehê, Waliyê Diyarbekirê di çarçoveya yasaya Rewşa Awerte (OHAL) da daxwuyaniyek belav kir. Li gor vê daxuyaniyê, ji 15ê Tebaxê pê ve tevî mîtîng, komcivîn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê û hwd... tên qedexekirin.
Eşkere ye ku ev biyar li dijî pirensîbên demokrasiyê, maf û azadiyên mirovan yên bingehîn û azadiya raman û xweîfadekirinê ye.
Xuya ye ku, biryara Waliyê Diyarbekirê wê li herêmê rewşa siyasî ya ku xirab e, hîn aloztir bike. Pêşî li hewldanên ji bo maf û edaletê bigre û rê li ber kêşeyên nû veke.
Tiştê ku li Tirkiyê û Kurdistanê pêwist e, ne Rewşa Awarte ye ne jî qedexeyên nû ne, lê bêtir demokrasî û azadî ye.
Rewşa aloz û tarî ya îro bixwe encama siyaseta dewletê ya li ser qedexe û şiddetê ye. Di rewşêke wisa de çawa dibe ku hewcedarî bi qedexeyên nû dibe?
Ji bo ku mirov vê rastiyê nebine, divê mirov ji dîrokê tu dersêk dernexistibe.
Em carek din dubare dikin û dibêjin; zihniyeta qedexekar duh jî tı kêşeyêk safî nekir, îro jî nikare bike.
Divê Rewşa awarte (OHAL) demek zutir rabe û ev biyarên qedexekar paşve werên sendin.
Çareserî di demoqrasiyê da û safîkirina pirsa Kurd bi awayeke aştiyane û wekheviyê da ye.

Basnews
Top