Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Kutleya Mutehîdun li Parlemena Iraqê kir
Li hevdîtinê de Serokê Kutleya Mutehîdûn li Parlemena Iraqê, pîrozbahiya serkeftinên vê dawiya ya hêzên Pêşmerge li Serok Barzanî kir, pêzanînên xwe jî ji bo rol û qurbanîdana Pêşmerge li şerê terorîstan da hebû.
Her li vê civînê de proseya siyasiya Iraqê û pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraq û navçeyê hate nirxandin û behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li Parêzgeha Nînowa û cihên dinê Iraqê kirin.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê amadekariyên operasyona azadkirina Musil û gef û rehendên serbazî û mirovî û siyasî ya vê operasyonê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li wê yekê kirin ku pêwîste berî azadkirina Musilê peymaneke siyasî li navbera aliyan da li ser birêvebirina Musil û mîsogerkirina jiyan û paşaroja pêkhatên parêzgeha Nînowa bê pêkanîn.
