• Sunday, 22 February 2026
logo

Ashton Carter pîrozbahiya azadkirina Minbicê kir

Gulan Media August 16, 2016 Nûçe
Ashton Carter pîrozbahiya azadkirina Minbicê kir
Bi boneya rizgarkirina bajarê wan ji çekdarên DAIŞê, Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashton Cater pîrozbahî li xelkê bajarê Minbicê li Kurdistana Rojava kir.

Di daxuyaniyekê de ku BasNews ew şopand Carter dibêje: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi awayekî serkeftî bajarê Minbicê rizgarkir, ev pêngavek girînge jibo têkbirina DAIŞê bi temamî.”

Herwiha got: “Minbic yek ji xalên girîng ên DAIŞê bû, ji wir çekdar diçûn û dihatin Iraq û Sûriyê hewiha yek ji deverên pêkanîna planên DAIŞê li dijî Amerîka û hevpeymanên wê bû.”

Carter eşkere kir ku, azadkirina Minbicê wê dorpêçana li ser DAIŞê li Reqa zêdebike, dawî jî dê li wir deselata DAIŞê têkbiçe.

Carter amaje bi wê yekê kir ku, karekî mezin li pêşiya xelkê Minbicê heye jibo careke din malên xwe ava bikin û vegerin jiyana xwe, daxwaz jî ji Hevpeymaniya Navdewletî kirk u alîkariay wan bike.

Basnews
Top