• Sunday, 22 February 2026
logo

ENKS banga lidarxistina xwepêşandan dike

Gulan Media August 16, 2016 Nûçe
ENKS banga lidarxistina xwepêşandan dike
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) banga lidarxistina xwepêşandan û mangirtinan li dijî kiryarên asayiş û PYDê li hundir û derveyî Rojavayê Kurdistanê dike.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ebdilsemed Xelef Biro ji K24ê re ragihand ku, derbarê van kiryarên ku ji aliyê Asayişa Rojava û alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve di merasîmên pêşwaziya şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî hatine kirin û girtina serkirde û endamên ENKSê, Biryar hate standin ku mangirtin û xwepêşandan li rojavayê kurdistanê û hemû welatên cîhanê yên Kurd lê dijîn, bêne lidar xistin.

Ebdulsemed Xelef Biro tekez kir ku, kiryarên vê dawiyê armanca wê fitneyekê di navbera xelkên deverê de çê bike û Emîndariya Giştî ya ENKSê daxuyaniyeke şermezarkirinê ji raya giştî re belav kir.

Duh di merasîma oxirkirina şehîdê Pêşmerge Mihemed Mecîd Cafer, Berpirsê Rêvebir yê Polîtbîroya PDK-Sê Mehemd Îsmaîl, endamê Pîlotbîroya heman partiyê Neşat Zaza, herwiha endamên Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilkerîm Hacî û Salih Cemîl, herwiha endamê serkirdeyatiya PYKSê Hesen Salih û du hevalên wî, ji aliyê Asayişa Rojava hatin binçavkirin.

K24
Top